Erdogan dê li gel Elewiyan hevdîtinekê pêk bîne
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Emrulah Îşler, li ser televîzyona A Haberê ku li Tirkiyê weşanê dike axeft. Îşler, behsa têkoşîna Tirkiyê ya li dijî mezhebparêziyê kir û ragihand ku Serokwezîr Erdogan dê hem li gel zanayên îslamî yên Şîe û Sunî, hem jî dê li gel serkirdeyên Elewiyan hevdîtinan pêk bîne.
Îşler, hevdîtina Erdogan a roja duşemê di fitarê de li gel serkirdeyên elewiyan bike wiha nirxand: “Ev dê bibe gaveke girîng ji bo nexşeya rê ya paşerojê.”
Herwiha di axaftina xwe de Îşler anî zimên ku “di Tirkiyeya kevn de, kurd û elewî û gelek aliyên din hatin dilxavîkirin. Lê di demê AK Partiyê de yekem car dewletê destê xwe ber bi wan ve bir.”
Dîsa, Îşler got: “Di navbera salên 2008-2009ê de me 7 civînên derbarê elewiyan de kir. Elewî, yekem car di serdema me de ji aliyê dewletê ve weke muxatab hatin qebûlkirin û têkiliyên gelek baş hatin danîn. Em dê civînekê bo şêwrê bikin, pîştî wê nexşeya rê dê diyar bibe. Demeke dirêj bû her du alî nehatibûn ba hevdu, me vê weke fersendekê dibînin.”
Li Tirkiyê, aliyên ku hejmara wan bi milyonan tê vegotin, piraniya wan kurda an jî tirkên elewî ne, bi salan e, li rasthatina hewldanên antî-demokratîk têne û tên rojevê.
Rudaw
