Wezareta Derveya Amerîka di bareya hilbijartina desteya serokatîya Parliyamenta Iraqê de dilşad e
Wezîrê derveyê Amerîka John Kery bi boneya hilbijartina desteya serokatîya Parliyamenta Iraqê, pîrozbahî li xelkê Iraqê kir û da zanîn, ku hilbijartina desteya serokatîya nû ya Parliyamentê ji bo pêkanîna hukûmeteka bingeh berfireh, di qonaxa nihaya aloz de, pêngava yekem e.
Koşka Spî jî ragihand, ku cihgirê serokê Amerîka Josef Biden pîrozbahî li serokê nû yê Parliyamneta Iraqê Selîm Cibûrî kiriye.
