DAÎŞ’ê av li ser Memxûr û Qeraç qut kir
Li gor Medya Iraqî, qutkirina ava vexwarinê li ser her du navçeyan ji aliyê DAÎŞ’ê ve piştî wê yekê tê ku rêveberiya bajarok elektrîka gundên ser bi bajarok ve birîn.
Bajarokê Mexmûr û navçeya Qeraç du navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne û niha di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne, lewma DAÎŞ’ê av li ser her du navçeyan qutkir da ku arîşeyan bo xelkê wê deverê çêbike.
Ji aliyekî din ve çekdarên DAÎŞ’ê ofîsa Serokê Encûmena Bilind a Îslamî, Emar Hekîm û çend mizgeftên Şîe li parêzgeha Nînewa teqandin.
Basnews
