• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmarek kesayetî û siyasetmedarên Iraqî kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmarek kesayetî û siyasetmedarên Iraqî kir
Duh çarşem 16.07.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya hejmarek kesayetî û siyasetmedar û parlementerên Iraqî kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina li ser rola Serok Barzanî li xebat dijî dîktatoriyet û binyatnana Iraqa nû û proseya demokrasî û destûra Iraqê hêvî xwestin ku ew serdan bibê sedema revandina wan gumanan ku bi sedema şêwandina rastiyan û şerê ragihandina li navbera Herêm û Bexda hatiye holê.

Şanda mîhvan gumana xwe beranber rewşa emnî û siyasiya Iraqê nîşanda û her wiha dirustbûna tehdîdên ciddî ku jiyana birayaneya pêkhatên Iraqî kiriye armanc.

Li vê hevdîtinê de gelek bi eşkere di derbarê sedema qeyrana çend saliya Iraq û rûdawên Musil û kêmasiyên desthilatdarên Bexda û îdareya şaş ya karubarê siyasî axaftin û her wiha pêwîstî guhertina li proseya siyasiya Iraqê da kirin û behsa wan hewlan jî kirin ku kar li ser gumrakirin û belarêdabirina raya giştî ya Iraqê dikin ku bûye sedema dirustbûna derz ya li nav pêkhatên resenên Iraqê û bi pêwîst hate zanîn ku hemû aliyek kar li ser derxistina rastiyan û rawestana li dijî demargîriya neteweyî û tayîfeyî bikin.
Top