Malikî: Divê namzedê Kurdan ê serokomariyê li dijî perçebûnê be
Malikî di goatara xwe ya heftane de behsa posta serokomarê Iraqê kir û diyar kir ku ew post ji bo Kurdan yekalîbû ye.
Lê Malikî çend merc ji bo namzedê Kurdan ê serokomariyê destnîşan kirin û got ku “divê ew kesekî hêjayî be, rêz li destûr û yekîtiya axa Iraqê bigre û li dijî perçekirina axa Iraqê be”.
Serokwezîrê Iraqê derbarê wan daxuyaniyan de ku behsa perçebûna Iraqê dikin got “Ev yek ti carî sernagire û eger serbigire jî wê ne tenê cografyaya welat perçe bibe, lê belê saman û gelê wî jî dê perçe bibin”.
Malikî ji Komkara Erebî û cîranên Iraqê xwest ku li dijî perçekirina Iraqê rawestin û hişyarî da ku “eger li dijî nesekinin dê agirê perçebûnê bigihe hemû welatên ku zêdetirî netewe û mezhebekê tê de dijîn”.
Malikî bal kişande ser hilbijartina serokatiya Parlamentoya Iraqê û xwest ku serokomarê Iraqê jî zû bê hilbijartin.
Rudaw
