Barzanî nameyek ji rayedarê şîe yê iraqî Îbrahîm Ceiferî re şand
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe ya Iraqê Îbrahîm Ceiferî ragihand, Barzanî nameyek jê re şandiye û got, Barzanî di nameyê de hurmeta xwe ji kurd, sunnî û şîe re nîşan daye û bi çavekî li wan dinêre.
Li gorî agahiyên Rûdawê, nameya Barzanî bi rêya endamê serokatiya PDKê û endamê Parlamentoya Iraqê Xesro Goran re ji Ceiferî re hatiye şandin û tê de behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê her wiha serokwezîriya Nûrî Malikî hatiye kirin ku kurd li dijî sêyemîn dora serokwezîriya Malikî ye.
Ev di demekî de ye ku parlamentera Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Malikî, Aliye Nuseyîf ragihand, ew rijd in li ser namzediya Nûrî Malikî ji bo serokwezîriya Iraqê.
Tê zanîn, Barzanî beriya niha gotibû, eger Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê ew dê referandoma ragihandina serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê li dar bixin.
Rudaw
