Parlamenterekî kurd bû alîkarê duyem ê serokê Parlamentoya Iraqê
Duh serokê parlamentoya Iraqê û her du alîkarên wî hatin hilbijartin. Li gorî rêkeftina navbera kurd, sunnî û şîe serokê parlamentoyê divê sunnî be, alîkarê yekem şîe û yê duyem jî kurd be.
Namzedê Hevpeymaniya Hêzên Iraqê Selîm Cibûrî (sunnî) bû serokê parlamentoyê.
Paşê endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan Heyder Ebadî bi 188 dengan bû alîkarê yekem ê Cibûrî.
Parlamenterê Tevgera Gorranê li Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed jî bi 171 dengan bû alîkarê duyem ê serokê parlamentoyê. Di dora berê ya parlamentoyê de jî Arif Tayfûr wek cîgirê duyem ê serokê parlamentoyê Iraqê hatibû hilbijartin.
Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê 30ê Nîsana îsal hatibû lidarxistin.
Rudaw
