• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Yarîdederê Sekreterê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Yarîdederê Sekreterê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê kir
Duh sêşem 15.07.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Reza Emîrî Muqedem Yarîdederê Sekreterê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de Yarîdederê Sekreterê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê spas û xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê nîşan da û balkişand li ser wê yekê ku peywendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê peywendiyên dîrokîne û nêzîkbûna Komara Îslamî beranber Herêma Kurdistanê nêzîkbûneke rûn û dostaneye û hêvî jî xwest ku axaftinên belavela û ew keşûhewaya li nav ragihandinan da piştî rûdawên Musilê dirust bûye bandoreke li ser peywendiya birayaneya di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê da nebe.

Her li vê hevdîtinê de Yarîdederê Sekreterê Ecûmena Asayîşa Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê di derbarê rewşa siyasî û emnî û proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê ji bilî balkişandina li ser rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li proseya siyasiya Iraqê hêvî xwest ku bi zûtirîn demî dawî bi giriftan bînin û aramî ji bo xelkê Iraqê vegerê.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û balkişand li ser peywendiya dîrokî û siyasiyên di navbera Komara Îslamî û Herêma Kurdistanê û ragihand ku Herêma Kurdistanê herdem li gel birayetî û aştîvaniya di navbera pêkhatan û gelan bûye û di derbarê proseya siyasiya Iraqê û rûdawên Musil û ew rastiya niha ya li Iraqê da hatiye holê bi eşkere nêrîna Herêma Kurdistanê xisterû û sedema wan hemû qeyranên Iraqê ji bo hebûna çanda xwesepandin û takrewî û îdaredana şaş ya karubaran de vegerand.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi tehdîd û metirsiyên terorê li ser Iraq û Kurdistan û navçeyê eve jî ji bo şanda mîhvan rûn kir ku şeş meh berî li ketina bajarê Musilê, di derbarê hebûna tehdîda terorê ya li vî bajarî hişdarî daye desthilatdarên Bexda lê belê bi ciddî wernegirtin û piştî şikestê jî hewldan şikesta xwe bi tometbarkirina Herêma Kurdistan perdepoş bikin. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê nikarê heta hetayê li nav agirê tundrewî mezhebî û îdaredana şaş û binpêkirina destûr û xwesepandina desthilatdarên Bexda da bimîne.

Top