• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî vegeriya Kurdistanê

Barzanî vegeriya Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî civîna ligel Serokkomar Abdullah Gul û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şevê din bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê vegeriya Kurdistanê.

Îro bi serdanekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gehişte Tirkiyê û ligel Serokkomar Abdullah Gul û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya. Hat zanîn ku di herdu civînan de rewşa dawî ya İraqê û nevçeyê bi giştî hatiye gotûbêjkirin.

Hat zanîn ku Barzanî û Gul ligel pirsa hinardekirin û firotina petrola Kurdistanê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî gotûbêj kirine. Di vê civîna Barzanî û Erdogan de jî ligel peywendiyên duqolî yên di navbera herdu aliyan rewşa dawî ya İraq û navçeyê hat gotûbêj kirin.

Derbarê civînê de herçiqas daxwiyaniyeke fermî nehatibe dayîn jî lê tê gotin ku yek ji mijarên serekî ya civîna Barzanî û Erdogan nirxandina rewşa niha ya İraqê bûye ku rewş gelekî aloz e ligel pirsa hinardekirin û firotina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bo bazarên cîhanê.

Şanda ligel Barzanî ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî, Wezîrê Darayî û Aborî Rêbaz Mihemed, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî pêk tê.

Basnews
Top