• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Amedê standa îmzeyan a PDKê rastî êrişa bombeyî hat

Li Amedê standa îmzeyan a PDKê rastî êrişa bombeyî hat
Li Amedê kes an jî kesên nenas bombeya dengî avêtin standa îmzeyan a Platforma Demokratên Kurd (PDK).

Platforma Demokratên Kurd (PDK) ev 2 roj in ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Kuçeya Hunerê ya Amedê stand vekiriye û îmzeyan berhev dike.

Îşev saet 21.30, kes an jî kesên nenas bombeyeke dengî avêtin standa îmzeyan a li Kuçeya Hunerê. Ji ber dengê zêde yê bombeyê tirs û xofeke mezin ket nava şêniyên derdorê.

Li gorî agahiyên ku Berpirsyarê Ragihandinê yê PDK’ê Tahsîn Sever dan Rûdawê, armanca wê êrişê astengkirina berhevkirina îmzeyên ji bo Başûrê Kurdistanê ye lê ew ti caran gav paşde navêjin.

Sever, destnîşan kir ku wan di nava 2 rojan de li Amedê 3 hezar û li Batmanê jî 6 hezar îmze berhev kirine û ew dê di rojên pêş de jî li Mêrdîn, Silopî û hin bajarên din îmzeyan berhev bikin.

Li gorî agahiyên Tahsîn Sever, digel ku li Amedê tenê li cihekî îmze berhev dikin jî eleqeyeke mezin li hemberî kampanyaya wan a îmzeyan heye.

Rudaw
Top