‘Divê Amerîka û hêzên navdewletî ji naskirina Kurdistanê re amade bin’
Xelîlzad wiha axifî: ‘’Herêma Kurdistanê li gor navçeyên din ên İraqê cuda ye û karîn herêma xwe biparêzin, herwiha zêdeyî milyonek hevwelatiyên navçeyên din ên İraqê ku koçberî Herêma Kurdistanê bûne diparêzin.’‘
Xelîlzad di gotarekê de ku rojnameya New York Times belav kiriye, wiha dibêje: ‘’Daxwazên Kurdistanê mantiqî ne, ji ber li gor navçeyên din ên İraqê di warê avakirin û îstiqrarê de gelekî pêşketiye.’‘
Di beşeke din a gotara Xelîlzad de wiha tê gotin: ‘’Mercên Kurdan hene ji bo careke din ligel Bexdayê kar bikin, mercên wan jî mafê hinardekirina petrolê vegerandina Kerkûkê û wan navçeyên ku vê dawiyê Hêzên Pêşmerge rizgar kirin bo ser Kurdistanê, ligel çareserkirina pirsa budceyê û berevanîkirin li xwe bi Hêzên Pêşmerge.’‘
Xelîlzad tekez dike ku eger hikûmeta İraqê daxwazên Kurdan cîbicîh neke û Kurdan dewleta xwe ya serbixwe ragehandin, divê civaka navdewletî û Amerîka vê rastiya nû ku Kurdistana serbixwe ye qebûl bikin.’‘
Basnews
