• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî û Erdogan civiyan

Barzanî û Erdogan civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan li hev civiyan.

Barzanî û Erdogan, li avahiya Serokwezîriyê ya li paytext Enqerê bi hev re civiyan.

Piştî civînê ti daxuyaniyek nehat dayîn lê li gorî agahiyan, di civînê de ku saet û nîvekê kişand, her du lîderan li ser rewşa dawî ya Iraqê, pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê her wiha rewşa dîplomat û karmendên konsulxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê gotûbêj kirin.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, Wezîrê Navxwe Efkan Ala û Şêwirmendê Siyaseta Derve yê Serokwezîrê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî beşdar bûn.

Rudaw
Top