Serok Komarê Tirkiye pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir
Li kombûnê da ku Wezîrê Derveyê Tirkiye û Wezîrê Navxoya wî welatî û hejmarek berpirsên bilind û şêwirmendên Hikûmeta Tirkiye amadebûn, Serok Komarê Tirkiye spas û xweşhaliya xwe ji bo hatina Serok Barzanî û şanda li gel ya Tirkiye nîşanda û bi germî bi xêrhatina wan kirin. Di derbarê rewşa emnî û siyasiya Iraqê û bi taybetî Musil û navçeyên din Serok Komarê Tirkiye gumana xwe ragihand û tekez li wê yekê kir ku Iraq pêwîstî bi Hikûmetekî demokratî û sîstemekî federalî heye ku mafê hemû pêkhatên Iraqê biparêze û hêvî jî xwest ku proseya siyasiya Iraqê û runiştina roja sêşem ya Parlemena Iraqê serketî bê û hikûmeta nû bê pêkanîn. Her li vê hevdîtinê de Serok Komarê Tirkiye piştevaniya welatê xwe jî ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya Serok Komarê Tirkiye kir ji bo vê pêşwaziya germ ya li rêzdar û şanda li gel hatiye kirin û tekez li ser pêşxistina peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kir. Her li vê kombûnê da Serok Barzanî bi eşkere rewşa nû ya Iraqê ya li piştî rûdawên Musil şîrovekir û ragihand ku li şev û rojek da Herêma Kurdistanê cîraneke nû ji bo wê peyda bû û ji bilî wê balkişand li ser wê yekê ku rewşa nû rastiyeke gelek cûda pêkaniye û behsa pêwîstiya gûhertinan li Iraqê da kir û wê yekê xisterû ku guhertina kesan bandora xwe nabê eger bê û ew çanda siyasiya destbilinda li Bexda neyê guhertin. Serok Barzanî eve jî xiste berçav ku Herêma Kurdistanê deh sal hewl da ku demokrasî li Iraqê da biçespê lê belê ewê li Iraqê da rû da her hemû dijî wê destûrê bû ku xelkê Iraqê deng pêdabû û mînaka gelek rûn binpêkirina destûrê ji aliyê Bexda ve hate dîtin û li destûra Iraqê jî da bi rûnî hatiye ku pabendbûna bi destûr yekperçeyiya Iraqê diparêze.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de wê yekê rûnkir ku li gel wan hemû binpêkirinan Herêma Kurdistanê hewl dide ku proseya siyasiya Iraqê serbigre û ew serketin jî ne bi danîna post û dem û çavên nû ye belku divê çanda dijî demokrasiyê li Iraqê da nemîne û li sîstema hukimraniya Iraqê da guhertinên bingehîn bê encamdan. Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî ragihand ku em li Herêma Kurdistanê hewl didin rewşa xwe baştir bikîn û xwe binyat binîn û axa xwe ji tehdîdan biparêzîn û li heman demî de hesab ji bo metirsiyên terorê yên li ser Iraqê jî dikin.
Hêjayî gotinêye li dawiya vê kombûnê da Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Tirkiye kombûnekî dû qolî encamdan.
