Li Maraşê li dijî penaberên Sûriyê xwepêşandan hat kirin
Îro li bajarê Maraşê, komek kesên bihêrs ku xwe li ser torên civakî organîze kiribûn rijiyan nav bajêr û êrişî penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li Maraşê dijîn, kirin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, dema hêzên polîs xwestin pêşiya wan bigirin pevçûn derket û di bûyeran de hinek kes birîndar bûn.
Wan kesên ku êrişî penaberên Sûriyê kiribûn îdia dikin ku penaberên Sûriyê bûne sedema alozbûna bajêr û têkçûna aramiya wan lewma divê Tirkiyê biterikînin û vegerin welatê xwe.
Di destê wan kesên xwepêşander de ala Tirkiyê û pankarta ku li ser “Em yên sûrî naxwazin” hatibû nivîsandin, hebû.
Rudaw
