Hêzên Pêşmerge paşde venakişin
Di vê derbarê de ji Lîsta Dewleta Yasa Ebas Beyatî got: ‘’Hevpeymaniya Kurdistanê soz daye ku Hêzên Pêşmerge ji kêlgehên petrolê û wan navçeyên ku piştî bûyerên Mûsilê kontrol kirine paşde vekişin.’‘
Beyatî tekez kir hikûmeta navendî xwediyê kêlgehên petrolê yên Kerkûkê ye û wiha axifî: ‘’Li gor destûrê ew hemû kêlgehên petrolê milkê gelê İraqê ne, loma çênebe aliyek dest deyne ser wan.’‘
Derheqa axaftin û îdîayên Beyatî de, Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya İraqê Sîrwan Sîrînî ji BasNewsê re got: ‘’Normal e ku ew daxwaza tiştekî wiha bikin, lê heta niha hihûmeta nû pêknehatiye û tu kes û aliyek jî nikare behsa paşdevekişîna Hêzên Pêşmerge bike, Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya Kurd xwedan biryar in.’‘
Sîrînî wiha axifî: ‘’Hêzên Pêşmerge ji bo parastina mal û canê neteweyên nav Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê çûne wan navçeyên ku artêşa İraqê nikarî wan biparêze û eger ne ji Hêzên Pêşmerge bûya dê ew navçe niha di destê DAİŞ’ê de bûna, wate çima Pêşmerge paşde vekişin?.
Basnews
