• Saturday, 14 February 2026
logo

Tirkiyê amadeye rêjeyek zêdetir ji petrola Kurdistanê werbigire

Tirkiyê amadeye rêjeyek zêdetir ji petrola Kurdistanê werbigire
Hikûmeta Tirkiyê ragihand ku ew amade ye qas û rêjeya petrola Herêma Kurdistanê bişîne bendera cîhan a Tirkiyî, werbirgire.

Piştî bidawîhatina civîna şanda hikûmeta Herêma Kurtdistanê ligel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdisatnê Sefîn Dizeyî ragihadn ku şanda hikûmetê “Daxwaz ji Tirkiyê kir ku petrola Herêma Kurdistanê zêdetir werbigire.”

Sefîn Dizeyî derbarê bersiva Taner Yildiz aşkere kir ku “Wan got ku hûn çiaqs petrolê bişînin em dê werbigrin.”

Dizeyî da zanîn ku niha Herêma Kurdistanê rojane 120 hezar bermîl petrol dişîne Tirkiyê û got: “Em hewl didin ku heta dawiya vê salê wê rêjeyê bighînin 400 hezar bermîl.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere kir jî ku dê mûçeya meha 6an a fermanberên Herêma Kurdistanê berî cejna Remezanê ji dahat petrolê bê parve bikin.

Duh, 14.07.2014, şandek ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Cîgirê Serokwezîrê Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdisatnê Sefîn Dizeyî û Wezîrê Darayî Rêbaz Mihemed pêkhatibûn gihişte Tirkiyê.

Rudaw
Top