YPG: Me di nav 24 saetan de derbek giran li DAIŞê da
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG'ê derbarê şer û pevçûnên dawî yên li herêma Kobanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞê ji devera sînorê Tirkyê heta gundê Cib El-ferecê êrişek pêk anîn û êrişa çeteyan rastî bersivdayîna tund a şervanên YPGê hatiye.
Li gorî navenda YPGê, di pevçûnên ku li van deveran çêbûne de, 42 çete hatin kuştin û gellek çek û cebilxaneyên çeteyan ketine destê şervanên YPGê.
Çek û cebilxaneyên ku hatine desteserkirin ev in:
"4 Klaşînkov, çekek RBG û 4 guleyên wê, 2 dûrbînên şevê û du Bêtêl (cîhaza ragihandinê), zincîreke guleyên BKS û 1000 fîşekên klaşînkovê, 4 Bombe û demançeyek."
Li aliyekî din YPGê da zanîn ku yekîneyên wan li dijî baregehên çeteyên derdora bajarokê Şêxler Tehtanî (El-Şiyûx) çalakiyên bibandor li darxistine û wiha hat gotin: "Di van çalakiyan de jî 7 çete hatine kuştin û gellek jî birîndar bûne. Her wiha çekek RBG, yek BKS û yek Klaşînkov ketiye destê şervanên me."
Li eniya rojhilat jî şervanên YPG li derdora gundê Ehmediyê çalakî pêk anîn û di encama vê çalakiyê de 8 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyan di pevçûnên li gundê Bîr Temihê jî 4 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniya YPGê ragihand ku çeteyên di bereyên şer de têk diçin vê carê serî li rêbazên qirêj ên şer didin.
Hate zanîn ku duh êvarî çeteyên DAIŞê li gundê Qadisiyê bombeyek li ser rêya çûnûhatina welatiyan bi cih kirine û di dema derbasbûna welatiyan de, bombe teqiyaye.
Di encama teqînê de 2 welatiyên ji pêkhateyên Ereb jiyana xwe jidest dan û welatiyekî din jî birîndar bû.
Rudaw
