Li Rojavayê Kurdistanê xizmeta leşkerî bû “mecbûrî”
Duh (13.07.2014) Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cezîrê proje-yasaya xizmeta leşkerî ya mecbûrî li Rojavayê Kurdistanê pejirand. Li gor yasayê “Divê her malbatek, ji hemû pêkhateyan, xortekî xwe ku temenê wî di navbera 18-30 salî de be pêşkêş bikin da bo heyama 6 mehan xizemta leşkerî bike.”
Herwiha di yasayê de tê gotin ku kesê tevlî xizmeta leşkerî bibe dikare her 6 mehên xizmeta xwe li ser hev bike yan jî dem bi dem, herwiha malbata ku yek xortê wan hebe ev yasa wan venagire tevî kesên nexweş bi nexweşiyên giran û malbatên şehîdên YPG û asayişê, herwiha kesên ku zarokên wan di nav her du hêzên navborî de hebin.
Derbarê xwendekaran de jî yasaya xizmeta leşkerî ya ku ji aliyê Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cezîrê ve hatiye pesend kirin wiha dibêje: “Xwendekar dikare di çarçoveya 2 salan de xizmeta xwe ya leşkerî ya mecbûrî bike.” Lê di yasayê de tê gotin ku kesê xwe ji ber xizmeta leşkerî ya neçar bide alî dê rûbirûyê ceza bibe, lê yasayê diyar nekir ku dê ceza çawa û çiqas be.
Pejirandina vê yasayê, dê arîşeyên siyasî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rpojavayê Kurdistanê (EGRK) bi taybetî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku di nav EGRK’ê de cih digire, kûrtir bike ji ber ku ev yasa berî bê pejirandina ji aliyê ENKS’ê ve hatibû red kirin.
Berî niha di daxuyaniyekê de bo BasNewsê, Endamê Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Nesredîn Îbrahîm tekez kir ku ew, wek ENKS, neligel pejrandina yasaya ximezta leşkerî ya mecbûrî ne li Rojavayê Kurdistanê û ew vê yekê jî red dikin.
Nesredîn Îbrahîm got ku ENKS nameyek bo EGRK şandiye û tê de daxwaza civînekê kirine bo gotûbêjkirina proje yasaya xizmeta lşkerî ya mecbûrî, lê heta niha ew civîn pêknehatiye û yasa jî hat pejirandina û dê ji roja belavkirina wê di rojnameya fermî ya Kantona Cizîrê de yasa bikeve warê cî bi cîkirinê.
Roja 21’ê Çileya borî, PYD’ê û hevalbendên xwe Rêveberiya Xweser a Kantona Cezîrê ragehandin bêyî ku ENKS tevlî bibe û heta niha rayedarên ENKS dibêjin ku ew itîrafê bi wan rêveberiyan nakin.
Basnews
