Dê Serokê Herêmê kombûnê bi Ebdullah Gul re saz bike
Ajansa Anadol belav kir, ku dê evroj demjimêr 2 piştî nîvrojê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re bi Serokomarê Tirkiyê Abdulla Gul li koşka Çankaya bicivin.
Piştre jî Serok Barzanî û şanda pê re, dê demjimêr 4 bi serokê wezîrên Turkiye Receb Teyib Erdogan re bicive.
Şandeya han ji wezîrê samanên sirûştî Aştî Hewramî, cihgirê Serokê wezîrên Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, bêjedarê hukûmetê Sefîn Dizeyî û wezîrê darayî Rêbaz Muhemmed Pêkhatiye.
