Hêro Xan, Necmedîn Kerîm û Adil Mûrad serdana Îranê dikin
Di vê derbarê de çavkaniyeke pêbawer ku nexwest nav were eşkere kirin ji BasNewsê re got: ‘’Şanda YNK’ê ku dê serdana Îranê bikin ji endamên polîtburo Hêro Îbrahîm Ehemd, Necmedîn Kerîm û Serokê Encûmena Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad pêk tên.’‘
Heman çavkaniyê da zanîn ku şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê ligel rayedarên Komara Îslamî ya Îranê serxwebûna Kurdistanê û peywendiyên navbera YNK û Îranê gotûbêj bikin.
Basnews
