Erdogan: HDP dixwaze bibe CHPa Bakûrê Kurdistanê
Namzedê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) yê serokomariya Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, di çarçoveya propagandeyên hilbijartinên serokomariyê de îro li bajarê Rihayê ji alîgir û endamên partiya xwe re axivî.
Erdogan di mîtînga hilbijartinê de pesnê xelkê Rihayê da û ji wan xwest, çawa ku di hilbijartinên 30ê Adarê de deng dane partiya wî 10ê Tebaxê jî dengên xwe bidin wî.
Serokwezîrê Tirkiyê êrişî CHP, MHP, HDP û tevgera Gulen jî kir û got, ev çar hêz û alî bi hev re di nav tifaqeke girrêj de ne lê roja 10ê Tebaxê ev tifaq dê hilweşe û ev jî dê berdêla vê yekê bidin.
Receb Tayîb Erdogan her wiha HDP bi wê tohmetbar kir ku dixwaze bibe CHPa herêma başûr û başûrê rojhilatê Tirkiyê (Bakûrê Kurdistanê) û wiha got: “CHP hemû mafên kurdan û elewiyan înkar dike lê HDP jî diçe bi vê partiyê re tifaqê dike…”
Erdogan, di mîtînga xwe ya 11ê Hezîranê de belgeyên vîzyona Tirkiyê eşkere kiribû ku komek ji hunermendên Tirkiyê jî beşdarî wê mîtîngê bibûn. Lê ev çend roj in li ser malper û torên civakî yên înternetê ew hunermend bi “xayîn, xwefiroş, hestîkojên Erdogan” tên tohmetbarkirin.
Li ser vê yekê jî Erdogan got, bila herkes bizanibe êdî Tirkiyê ne Tirkiyeya berê ye û hunermend jî ne kolê ti kesî ne û huner jî ne maşeya destê ti kesî ye û yên ku vê heqaretê li dostê min ên hunermend dikin asta têgihîştina xwe nîşan didin.
Rudaw
