• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Hinek biryar çarenivîssaz in û divê gelê Kurd biryar bide’

‘Hinek biryar çarenivîssaz in û divê gelê Kurd biryar bide’
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand ku gelekî zehmet e Kurd careke din wek berê vegerin Bexdayê. Herwiha tekez kir ku hinek biryar çarenivîssaz in û divê gelê Kurd bi xwe biryar bide.

Derbarê rewşa niha ya İraq û Herêma Kurdistanê de Felah Mistefa got: ‘’Zehmet e Kurd wek berî bûyerên Hezîranê vegerin Bexdayê, herwiha em nabim mêvanekî rêzgiran li Bexdayê û beşdarbûneke bê wate.’‘

Mistefa tekez kir ku maddeya 140’ê ya destûra İraqê cîbicîh bûye û ji bo ev pirsa han çarçoveyeke yasayî werbigire dê biçin referandûmê û wiha axifî: ‘’Hîç aliyek nikare zextê li Kurdan bike daku neçin referandûmê.’‘

Derbarê dijayetîkirin serxwebûn û referandûmê ji aliyê berpirsên Îranê ve jî, Felah Mistefa ji NRT re got: ‘’Em dixwazin dostayetiyeke me ya baş ligel Îranê hebe û Kurd nabin çavkaniye gefan bo hîç aliyekî.’‘

Mistefa da zanîn ku peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Komara Îslamî ya Îranê ‘gelekî baş’ in û çênabe Herêma Kurdistanê bingehê siyaseta xwe li ser axaftin an jî daxwiyaniyeke berpirsekî Îranhe deyne. Mistefa tekez kir ku hinek biryar çarenivîssaz in û divê gelê Kurd bi xwe biryar bide.

Basnews
Top