Demîrtaş: Piştî 15 rojan wê DAÎŞ li Hatayê be
Demîrtaş duh piştî vekirina mûza Roboskî ji çapemeniyê re diyar kir ku “eger kujerên Roboskî neyên darezandin wê ev mûza Roboskî şahidê komkujî û tawana Erdogan be heta hetayê”.
Namzedê serokomariya Tirkiyê Demîrtaş anî ziman ku “pêwîste her kes êrîşên Îsraîlê li dijî kerta Xezayê û bi taybet li dijî xelkên sivîl şermezar bike, lê Erdogan nabêje wê serokwezîrê Îsraîlê çi jê re bibêje”.
Demîrtaş herwiha got “Yê ku bi xwîneke sar komkujiya Roboskî pêkaniye, çawa wî şermezar dike û heta kîjan astê ewê şermezarbûna serokwezîrê Tirkiyê cidî bigre”.
Hevserokê HDPê hikûmeta Tirkiyê bi “piştgirîkirina DAÎŞê” tometbar kir û got “Îro li Rojava li Kobanî êrîşeke hovana ji aliyê DAÎŞê tê pêkanîn û hikûmeta Tirkiyê bûye sîwana vê rêxtinê, lê ew nizane ku eger Kobanî têkeve destê DAÎŞê ewê di 15 rojan de li bajarê Hatayê be û di mehekê de li Edenê be”.
Rudaw
