• Saturday, 14 February 2026
logo

NY ji Îsraîl û Hemasê daxwaza agirbestê kir

NY ji Îsraîl û Hemasê daxwaza agirbestê kir
Rayedarên hikûmeta xweser a Filistînê dibêjin, heta niha 133 kes ji ber êrişên Îsraîl yên li dijî devera Xezê hatine kuştin. Netewyên Yekbûyî (NY) jî ji her du aliyên şerê Filistînê xwest, agirbestê ragihînin.

Ev 5 roj û şev in ku artêşa Îsraîl bi rêya asiman û erdê re êrişî bingeh û baregehên rêxistina filistînî ya Hemasê dike û Hemas jî bi top û mûşekan bersiva Îsraîlê dide.

Li gorî agahiyan, rayedarên filistînî dibêjin, heta niha herî kêm 133 kes ji ber êrişên Îsraîl hatine kuştin.

Encumena Ewlehiyê ya NY jî ji Îsraîl û rêxistina Hemasê xwest, şer û pevçûnê bidin sekinandin û dest bi hevdîtinê bikin.

Encumenê her wiha dilgiraniya xwe li hember rewşa Xezê aniye ziman û ji her du aliyan xwestiye, li gorî qanûnên navdewletî tevbigerin û sivîlan biparêzin.

Hat zanîn, çekdarên filistînî balafireke bêbalafirvan a artêşa Îsraîlê xistine erdê û başûrê Îsraîlê didin ber topan.

Serokezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu jî duh gotibû, heta çekdarên filistînî êrişên xwe nedin sekinandin êrişên Îsraîl dê bidome.

Tê zanîn, kirîza niha ya navbera Îsraîl û filistîniyan piştî dîtina cenazeyên sê xortên cihû derket holê. Îsraîl, rêxistina Hemas bi kuştina wan xortan tohmetbar kiribû.

Rudaw
Top