Zêbarî: Wezîrên Kurd karê xwe di hikûmeta Iraqê de rawestandin
Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Zêbarî got ku wek nerîazbûnekê li hember daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ku tê de Herêma Kurdistanê bi “hewandina terorîstan” tometbar kiribû, wezîrên Kurd biryar dan karên xwe di hikûmeta Iraqê de bi temamî rawestînin.
Duh, wezîrên Kurd di hikûmeta Iraqê de ragihandibûn ku ew êdî tevlî civînên encûmena wezîrên Iraqê nabin.
Lê Hoşyar Zêbarî tekîd kir ku ew û wezîrên bazirganî, koç û tenduristiyê û cîgirê serokwezîrê Iraqê, karên xwe di wezaretan de sekinandine.
Li aliyê din, Skynews belav kiriye ku Malikî biryar daye cîgirê wî Hisên Şehristanî li şûna Hoşyar Zêbarî karûbarên wezareta derve bi wekalet birêvebibe.
Rudaw
