Ahmet Turk: Eger ez xortba minê şer li Kobanê bikira
Ahmet Turk di hevpeyvîneke rojnamevanî de balkişand ser şer û pevçûnên li derdora herêma Kobanî di navbera YPG û DAÎŞê de û got: "Eger ez ciwan ba, ezê biçûma Kobanê û di nava refên gelê xwe li dijî çeteyên DAÎŞê minê şer bikira."
Herwiha Turk ragihand ku pêgeha Kerkûkê li cem Kurdan çibe “Divê ya Kobanê jî wiha be.”
Hevşaredarê Mêrdînê bang li Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hemû rêxistinên Kurdan kir ku “Nakokiyên xwe yên siyasî danin aliyekî û dest bidin hev di berxwedana Kobanê de.”
Ahmet Turk diyar kir jî ku “Eger rewşa min a tenduristiyê baş bûya û ez dui temenê xortaniyê de ba ezê biçûbama Kobanê, û li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên kujer, minê şer bikiriba."
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku divê çalakiyên li Bakurê Kurdistanê êdî di sînorê daxuyaniyên çapemeniyê de nemînin û divê her kes di parastina Kobanê de cih bigire.
Turk herî dawî got "Kobanê Kerkûk e, Kerkûk Kobanê ye" û bang li tevahiya kurdan kir ku di nava feraseta yekîtiya neteweyî de bi hev re li ber xwe bidin.
Rudaw
