• Saturday, 14 February 2026
logo

Parlamentoya Kurdistanê helwêsta Malikî şermezar kir

Parlamentoya Kurdistanê helwêsta Malikî şermezar kir
Parlamentoya Kurdistanê bersiva daxwiyaniya doh a Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî da û ragehand ku ancex bi diyalogê pirsgirêk tên çareser kirin ne bi gef û tehdîdan.

Derbarê daxwiyaniya doh a Malikî de Parlamentoya Kurdistanê daxwiyaniyek da. Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: ‘’Pirsgirêk bi rêya destûrê û zimanê diyalog û jihevfamkirinê, rêzgirtin li îrade û daxwazên pêkhateyên İraqê tên çareserkirin û zimanê gefan ne çareserî ye ku ji Malikî re bûye kar.’‘

Daxwiyaniya Parlamentoya Kurdistanê wiha berdewam dike: ‘’Doh (09.07.2014) Serokwezîr Nûrî Malikî di gotara xwe ya heftane de gefên ne rewa li Herêma Kurdistanê xwarin û tohmetekî bê bingeh xist stoyê wê, bi vêna jî dixwaze hemû şikestinên xwe yên di van çend salên borî de bi van tohmetên bê bingeh veşêre. Loma Parlamentoya Kurdistanê bi navê gelê Kurdistanê wan gefan şermezar dike û wan hemû tohmetan jî red dike, herwiha wek hewlekî nezok ê Malikî dibîne bo veşartina şikestina xwe ya siyasî, cemawerî û leşkerî.’‘

Di beşekî din ê daxwiyaniyê de wiha tê gotin: ‘’Gelên İraqê û hêzên siyasî yên têkeşor ji hemû pêkhateyan wê rastiyê dizanin ku Herêma Kurdistanê bi dirêjahiya dîroka xwe ya têkoşîna li dijî rejîma dîktator a berê, hêlîn û penageh bû hemû lêqewimî û azadîxwazên İraqê û yên ku zilm û zorê ew neçar kiribûn mal û warê xwe bicîh bihêlin. Niha jî ku zêdeyî nîv milyon hevwelatiyên bajarên Mûsil, Bexda, naverast û başûrê İraqê ji ber nebûna aramî û dadperwerî û nebûna yeksanî û ew şerê li navçeyê heye, berê xwe dane Herêma Kurdistanê, gelê Kurd wek erkê xwe dibîne ku bi hewara wan ve biçe û penageheke aram bo wan ava bike, ligel wêya ku Malikî bi qutkirina meaş û budceya herêmê, ambargoya aborî daniye ser hikûmet û gelê Kurdistanê.’‘

Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: ‘’Serokwezîrê İraqê ji dêlva ku hest bi berpirsyariyê bike û hevkariya maddî û manewî pêşkêşî wan kesên lêqewimî bike, wan bi terorsît tohmetbar dike, evna di demekê de ye ku Pêşmergeyên Kurdistanê bi canfedayî bo parastina ewlekariya herêmê û navçeyên Kurdistanî bi giştî û herwiha peydakirina hewayeke aram bo kesên lêqewimî yên İraqê di cepheyên şer di cîh digrin daku terorîst nikaribin pêşde gavan bavêjin.

Parlamentoya Kurdistanê ligel ku zimanê gefan red dike, em di wê baweriyê de ne ku ev corê ziman û hizirkirina Malikî herwiha berdewam binpêkirina destûra daîmî ya İraqê wiha kir ku gelên İraqê û yekparçeyiya axa wê bikeve metirsiyê. Pirsgirêkên İraqê bi bikaranîna hêz û zimanê gefan nayên çareserkirin û divê pirsgirêk bi rêya destûrê, zimanê diyalogê, jihevfamkirin û rêzgirtin li îrade û daxwazên pêkhateyên İraqê bên çareserkirin.

Basnews
Top