• Saturday, 14 February 2026
logo

Zana û Onder çûn Îmraliyê

Zana û Onder çûn Îmraliyê
Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder ji bo bi rêberê PKKê Ebdullah Ocalan re bicivin, ber bi Îmraliyê ve birêketin.

Leyla Zana û Sirri Sureyya Onder ji bo bi Ocalan re civînekê pêk bînin îro sibehê çûn girava Îmraliyê.

Tê pêşbînîkirin Ocalan derbarê yekîtiya Kurdan de û rola serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê yekîtiyê de û herwiha derbarê Rojavayê Kurdistanê de nameyekê ji Barzanî re bişîne.

Di hevdîtinê de dê herwiha li ser rewşa niha ya pêvajoya aştiyê û projeyasaya pêvajoyê de jî gotûbêjan bikin.

Rudaw
Top