Onder: Pêvajoya aştiyê Ocalan destpêkiriye
Onder di gotûbêjên derbarê projeyasaya pêvajoya aştiyê li Parlamentoya Tirkiyê de got “Li Tirkiyeyê navê pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka ‘kêşeya asayişê’ yan jî ‘kêşeya terorê” tê binav kirin, ew jî bi xwe şaştiyeke mezine û ev qanûna pêvajoyê bi tena xwe têr nake, divê parlamento di mijara pirsgirêka Kurd de însiyatîfê têxe destê xwe”.
Onder diyar kir ku “hikûmet hertim dide diyarkirin ku wê ev pêvajo destpêkiriye, lê bi rastî yê ev pêvajo destpêkiriye di Newroza 2013an de Ocalan bû”.
Sirî Sureye Onder anî ziman ku “eger hikûmet behsa bêçekbûna gerîlayan dike, pêwîste destpêkê ew dest ji çêkirina qereqol û bendavan berde”.
Rudaw
