Barzanî peyamekê arasteyî gelê Iraqê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro peyamek arasteyî gelê Iraqê kir û got, me bi salan daxwaza bicîhanîna bendên Destûra Iraqê kir lê Malikî li ser betalkirina Destûrê rijd e.
Barzanî di peyama xwe de ku bi zimanê erebî hatiye nivîsandin, dibêje, niha kampanyaya reşkirinê li dijî gelê kurd hatiye destpêkirin û sazî û pereyê dewletê li dijî kurdan tê bikaranîn.
Beşek ji naveroka peyama Barzanî wiha ye:
“Hinek kes dixwazin tovê duberetiyê li Iraqê biçînin û dixwazin bi hêcetên cuda xelkê li dijî kurdan tehrîk bikin û ji bona vê jî dest bi kampanyaya reşkirinê li hember gelê kurd kirine û sazî û pereyê dewletê li dijî kurdan bikar tînin.
Eger Nûrî Malikî li ser sêyemîn serokwezîriyê rijd be wê demê Iraqê ber bi serbejêriyê ve diçe û ti kes jî nizane ka dê çi bi serê Iraqê were û ti biryarek jî Iraqê venagerîne ser rewşa berê.
Malikî her dem destûr binpê kiriye lê em dixwazin bînin bîra wî ku bendek destûrê bi awayekî eşkere behsa wê dike ku pêbendiya bi destûrê yekitiya xak û gelê Iraqê garantî dike lê yê ku destûr binpê kir bila loma li xwe bike çimkî me bi salan daxwaza bicîhanîna bendên destûrê kir.
Gelê kurd ji mafê xwe yê referandomê paşde venagere û dê biryara xwe bide…”
Rudaw
