• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Kurd li ser axa xwe ne koçber in’

‘Kurd li ser axa xwe ne koçber in’
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed Sedîq ligel nûnerên Kampa Mexmûrê civiya û got: ‘’Em naxwazin yek malbata Kurd jî koçber bibe.’‘

Di hevdîtinê de Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed Sedîq qala rewşa dawî ya Kurdistanê û navçeyê kir û wiha axifî: ‘’Ezmûna me ya Kurdan di koçberî û bicîhhiştina axa xwe de heye, rast e gef li ser hinek navçeyên cuda yên Kurdistanê heye, bo guhertina demografiyê, lê divê em li ser axa xwe bimînin û nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin.’‘

Yusif Mihemed wiha axifî: ‘’Ezmûna koçberbûna malbatên Kurd ji navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê wiha kir ku hejmara daniştvanên Kurd li Celewla, Sadiye û çend navçeyên din kêm bibe, em hêvîdar in ev ezmûna han li Rojavayê Kurdistanê dubare nebe, ne bi dilê me ye ku yek malbata Kurd jî koçber bibe, lê hun ne koçber in û Herêma Kurdistanê mala hemû Kurdan e ji her çar parçeyên Kurdistanê.’‘

Di hevdîtina ligel penaberên Kampa Mexmûrê ku bi serokatiya Pola Remezan û şandeke encûmena penaberan bû, bi awayekî giştî axaftin li ser pirsgirêkên xizmetguzariyê, civakî û bandora bûyerên Mûsilê li ser jiyana rojane ya kampê hat kirin. Serokê Parlamentoya Kurdistanê jî soz da ku hevkariyan wan bikin û hêvî kir rojek were bi rêya aştiyê vegerin cihê bav û bapîrên xwe.

Basnews
Top