• Saturday, 14 February 2026
logo

Dîplomatekî Nemsayê: Li Sûriyê û Iraqê wê Kurd serbikevin

Dîplomatekî Nemsayê: Li Sûriyê û Iraqê wê Kurd serbikevin
Nivîskar û dîplomatê navdar ê Nemsayî Lord Weidenfeld dibêje wê aloziya li Rojhilata Navîn bi kêrî Kurdan were.

Di gotara xwe ya ji bo rojnameya Elmanî “Die Welt” de Weidenfeld dinivîsîne ku “li Iraq û Sûriyê Kurd di aliyê aborî û siyasî de serbixwe dibin û ewê ji vê tevlîheviya Rojhilata Navîn serkeftî derkevin”.

Nivîskar di gotara xwe de balê dikşîne ser perçekirina Kurdistanê û dibêje “di gulana sala 1916an de 2 fermanberên payebilind ku yek ji wan ingilîz û yê din jî fransî bû, wîlayetên erebî yên împeratoriya Osmanî li gora berjewendiyên xwe par vekirin. Lê belê piştî 100 salî niha hebûna Iraq û Sûriyê ji ber tehdîdên derve û hundir di metirsiyê de ye”.

Lord Weidenfeld dide zanîn ku wê ji ber vê aloziya ku çêbûye 5- 6 milyon kes bibin penaber û rojavayeke ku ji şer westiyaye û mirovekî bê biryar li Koşa Spî dihêlin ku ev pirsgirêk ji hedê xwe dirêjtir bibe.

Li gora wî nivîskarî, di nava vê rewşa aloz de kêm alî hene ku wê mifayê bibînin û aliyek ji wan jî Kurd in.

Lord Weidenfeld li zankoyên Tel Avîv û Ben Gurion yên Îsraîlê birêvebirî kiriye û bi pirtûkên xwe yên biyografiya kesayetên weke Charles de Gaulle, Konrad Adenauer, Golda Meir, Henry Kissinger, Şimon Perez û gelek serok û rêberên navdar tê naskirin.

Rudaw
Top