• Saturday, 14 February 2026
logo

Demîrtaş: Emê Kurdistaneke li ser sînorê Tirkiyê qebûl bikin

Demîrtaş: Emê Kurdistaneke li ser sînorê Tirkiyê qebûl bikin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku eger li ser sînorê Tirkiyê Kurdistanek bê damezrandin bêguman ewê qebûl bikin.

Namzedê HDPê ji bo serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş ragihand ku “ji bilî perçebûna Tirkiyê çare pirin, yê sereke azadiya gelan e û eger li ser sînorê Tirkiyê Kurdistanek bê damezrandin bêguman ewê qebûl bikin”.

Demîratş di hevpeyvîneke telefîzyona CNN a tirkî d, derbarê axaftina Erdogan de ku “eger ew bibe serokomar ewê bêalî nebe” got ku “kesê bibe serokomar pêwîste dest ji partiya xwe bikşîne û bibe serokomarê her kesî, lê pêwîste destûra bingehîn bê guhartin û bi hûrî desthilata serokomar bê diyarkirin”.

Selahedîn Demîratş anî ziman ku “çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê di demokrasiya radîkal de ye”. Demîrtaş li ser pirsa ku ewê di tora duyem de bazarê li ser dengên ku wergirtine bike de got “Ez ti carî ti bazarê nakim û ezê nekim jî”.

Hevserokê HDPê destnîşan kir ku eger ew bibe serokomar “ewê desthilata herî mezin bide gel û desthilata serokomar kêm bike û desthilata encûmenên gel zêde bike”.

Demîrtaş da zanîn ku “ewê di roja 15 tîrmehê de derbarê rêbaza wî ya hilbijartin de belevokekê belav bike”.

Rudaw
Top