Hikûmet tekîdê li ser pêşkeşkirina xizmetgozariyan dike
Di civînê de, ew biryarên civata wezîran di civîna xwe ya meha şwata borî de, li destpêka serhildana kirîza êkonomî li herêma Kurdistanê, di warê kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatniyan de, weke pêngavek ji bo rûbirûbûna wê rewşa êkonomiya ji encamê birîna budce û meaşên karmendên herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve çêbibû, dabûn, di berçavan re hatin derbas kirin.
Civînê biryar da ku, ji bona şopandina biryarên civîna civata wezîran komîteyeke taybet digel wezaretên xizmetgozarî bicive û tesîra wan biryaran destnîşan bike û bizane li kû wan biryaran tesîreke nerênî hebûye daku, mekanîzmeke minasib ji bo çareseriyan wan bê dîtin.
Pişt re ew komîteye bi raporekê civata wezîran hayder bike û li ser esasê wê raporê biryarên pêwîst bên dan bi awayekî ku, êdî hevwelatî rastî pirsgirêkên elektirîkê, avê, rê û cadan û tendirustiyê nebin û di warê perwerdeyê jî de ji bona sala nû ya xandinê amadekariyên pêwîst bên kirin.
Civîna konseya aboriya herêma Kurdistanê, tekîd li hindê kir ku, divê civata wezîran pêşiyê giringiyê bi wezaretên xizmetgozarî bide û budceyeke pêwîst bo wan wezaretan ku, peywendiyeke raset-rast bi jiyan û pêşkeşkirina xizmetgozariyan bo hevwelatiyan heye berdest bike, daku bikaribin weke pêwîst erka xwe bi cî bikin û tsîreke negetîv li ser jiyana rojaneya hevwelatiyan dirust nebe.
