• Saturday, 14 February 2026
logo

Cebar Yawer Daxwaza Xuyanîkirinê Ji Hukûmeta Iraqê Dike

Cebar Yawer Daxwaza Xuyanîkirinê Ji Hukûmeta Iraqê Dike
Piştî ku firrokeyên şerr ên supayê Iraqê devera Duzxormato bombbaran kirin, Cebar Yawer daxwaza xuyanîkirinê ji hukûmeta Iraqê dike.

Emîndarê giştîyê wezareta Pêşmerge ya hukûmeta herêma Kurdistanê Cebar Yawer di bernameya Elhedes de ya ser bi Se`udiye ve ragihand, ku gerek hukûmeta Iraqê xuyanîkirinê di bareya bombbarankirina devera Duzxormato bide, ku ev bombbaran bi enqest hatiye kirin yan jî bi şaşî.


Weha jî da zanîn, ku zîyan gihijtine devera han û çend kesek jî şehîd û birîndar bûne.


Cebar yawer hêvî xwest, ku ev karê han dubare nebe, belê heger dubare bibe, dê hêzên pêşmerge neçarbimînin bersiva wan bidin û bergiriyê li xwe û hevwelatîyên deverê bikin.


Top