Turk: Em li Kurdistanê hêdî hêdî dibin desthilat
Turk di civîna bi şanda parlamenter û serokên şaredariya welatê Nemsayê de got ku “gelê Kurd rizgar nebe gelê Tirk rizgar nabe û demokrasî nayê Tirkiyê, êdî siyaseta yek milet yek nijad û yek ziman dema wê boriye û êdî dem dema pêkanîna demokrasiya gelan e”.
Turk anî ziman ku “ev 30 sale gelê Kurd ji bo azadiya xwe tekoşînê dike û niha pêvajoyeke aştiyê tê meşandin û hêvî dike ku biserbikeve, lê ew tekoşîn ne li dijî gelê Tirk e lê li dijî siyaseta înkar û helandinê bû û niha dem hatiye ku ji nûve yekîtî û biratiya gelan bê lidarxistin”.
Bajarê Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û gelên Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan, Ermenî û Êzdî lê dijîn.
Rudaw
