Ofîsa Kosret Resûl nûçeya Reutersê derew derxist
Derbarê rewşa niha ya İraqê û ragehandina serxwebûna Kurdistanê de Kosret Resûl Elî ji Reutersê re axifî û gotibû: ‘’Eger rewşa siyasî ne maqûl bû, divê em li bendê bin heta çend salên din, eger na biryareke wiha ji dêlva sûdê zerarê dighîne gelê Kurd.’‘ Lê ofîsa navbirî tekez kir ku Kosret Resûl tiştekî wiha negotiye û nûçeya Reutersê derew derxist.
Di daxwiyaniya berpirsê ofisa ragehandina Kosret Resûl de wiha tê gotin: ‘’Çend dezgahên ragehandinê daxwiyaniyeke têkdayî, dibe ku mebesteke siyasî jî li pişt be, daxwiyaniya Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl belav kirine û xwestine bi vêna raya giştî ya xelkê Kurdistanê ber bi aliyekî de bibin, qaşo Kosret Reûl ne ligel damezrandina dewleta Kurdî ye, loma me pêwist dît ku raya giştî û xelkê Kurdistanê di vê mijarê de agahdar bikin.’‘
Daxwiyaniya ofîsa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî wiha berdewam dike: ‘’Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di vê pêngavê de yekdeng û hevra ye ligel Serokê Herêma Kurdistanê bo referandûmê û biryara bikom a çarenivîssaz a gelê Kurdistanê.!!
Hêjayê gotinê ye Serokê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Adil Mûrad jî ragehand ku ew ligel diyarkirina mafê çarenivîsê ye bo gelê Kurd û ji helwêsta xwe ya berê poşman bû ku dijayetiya serxwebûna Kurdistanê dikir.
Adil Mûrad derbarê mijarê de daxwiyaniyek da û ew yek red kir ku li dijî serxwebûna Kurdistanê axifî be û got: ‘’Çend roj dibe hejmarek malper û kanalên ragehandinê hinek zanyariyên nerast bi navê min belav dikin, qaşo min li ser rewşa niha ya İraq û Herêma Kurdistanê daxwiyanî dane, min bo hîç çavkaniyeke ragehandinê li ser rewşa niha daxwiyanî nedane û ew hemû zanyariyên li ser navê min tên belavkirin nerast in.
Basnews
