• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Kobanî 2 teqîn çêbûn û 6 şervanên YPGê şehîd bûn

Li Kobanî 2 teqîn çêbûn û 6 şervanên YPGê şehîd bûn
Di encama du teqînan de ku li xalên kontrolê yên YPGê li başûrê rojhilatê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de çêbûn û şerekî giran li wê naçeyên didome. Di enama teqîn û şer de 6 şervanên YPGê şehdî bûn.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duh êvarê DAÎŞê li gundên Ebû Sirrê û Korik li başûrê rojhilatê Kobanî û navçeyên herêma Girê SPî 2 teqîn li ser 2 rêbendên YPGê çêkirin, herwiha bi hawen û tankan êrîşî gundê Evdukî kirin.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, di encamê her du teqînan de heta vê demê 6 şervanên YPGê şehîd bûne.

Çavkaniyekê ji navenda ragihandina YPGê li Kobanî ji Rûdawê re piştrast kir ku duh kemyoneke ku ji aliyê DAÎŞê ve hatibû bombekirin li rêbenda YPGê li gundê Ebû Sirrê teqiya û di encam de 4 şervanên YPGê şehîd bûn û çend şervanên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyê herwiha got ku “duh jî li ber rêbenda YPGê li gundê Korik motorekî bombekirî teqiya û di encam de tenê siwarê motor ê bi ser DAÎŞê hatibû kuştin û ti ziyanî negihişt şervanên YPGê.

Çavkaniyê aşkere kir ku ji şeva borî de çekdarên DAÎŞê gundê Evdukî bi tank û hawenan li başûrê rojavayê Kobanî topbaran dike û şerekî giran bi YPGê re didomîne.

Bi gotina wê çavkaniyê, di encama wî şerî de heta niha 2 şervanên YPGê şehîd bûne û birîndar jî hene, ji aliyê DAÎŞê ve jî gelek kuştî û birîndar hene.

Rudaw
Top