Cîgirê Sekreterê YNK’ê: Ne dema serxwebûnê ye
Derbarê rewşa niha ya İraqê û ragehandina serxwebûna Kurdistanê de Kosret Resûl Elî ji Reutersê re axifî û got: ‘’Eger rewşa siyasî ne maqûl bû, divê em li bendê bin heta çend salên din, eger na biryareke wiha ji dêlva sûdê zerarê dighîne gelê Kurd.’‘
Kosret Resûl ku di heman demê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ye jî, di vê daxwiyaniya xwe de berevajiya biryar û nerînên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diaxife ku dixwaze serxwebûna Kurdistanê rabighîne û gelê Kurd biçe referandûmê.
Hêjayê gotinê ye her di wê raportê de tê gotin ku divê Kurd hevsengiya siyasî di navbera Îran û Tirkiyê de biparêzin, eger na hemû destkefên Kurdan ji nav diçin. Di çend rojên borî de hejmareke berçav a serkirdeyên YNK’ê piştgiriya xwe bo Îranê anîn ziman li dijî serxwebûna Kurdistanê.
Basnews
