Çelîk: Eger Erdogan neba Bakûr dê biketa destê PKKê
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Huseyîn Çelîk derheqê namzediya Serokwezîr Receb Tayîb Erdogan a serokomariyê de bersiv da kesên ku dibêjin bila Erdogan ji wazîfeya xwe îstifa bike û wiha got: "Weke ku me berê jî jî gotibû û em dîsa jî dibêjin, ji bo îstifakirina Serokwezîr ne hincetek siyasî, ne hincetek exlaqî û ne jî hinceteke qanûnî heye."
Çelîk di daxuyaniya ku bi awayekî nivîskî parve kir de civîna çapemeniyê ya Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî nirxand û diyar kir ku Bahçelî heqaretê li Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dike bi awayekî aşîkar jî Lijneya Bilin a Hilbijartinê (YSK) tehdît dike.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Çelîk di daxuyaniya xwe de Bahçelî û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû rexne kir û wiha pê de :"Ji ber ku ew û rêberî wî Birêz Kemal Kiliçdaroglu newêribûn derkebin hemberî gel namzedekî hevpar nîşan dan. Birêz Bahçelî îdia dike ku Serokwezîrê me dê nikaribe destûra siyasî hilde. Lê divê Birêz Bahçelî bizanibe ku li cihên demokratîk gel destûra siyasî dide siyasetmedaran. Weke ku me berê jî jî gotibû û em dîsa jî dibêjin, ji bo îstifakirina Serokwezîr ne hincetek siyasî, ne hincetek exlaqî û ne jî hinceteke qanûnî heye. Birêz Bahçelî di sala 2002an de dema ku dihat hilbijartin gelo ew û reqîbên wî xwediyê heman derfetê bûn qet qala vê neheqiyê nake."
Çelîk bal kişand ser guherîna ku di sala 2007an de di qada hilbijartina serokomariyê de hat kirin û wiha dewam kir: "Serokomar ji bo 5 salan êdî tê hilbijartin û ji bo du heyaman dikare bê hilbijartin. Li gor vê mantiqê piştî heyama ewil serokomarê ku ji bo heyama duyemîn carek din dibe namzed divê îstifa bike. Dema ku Kiliçdaroglû bû namzedê serokatiya Şaredariya Bjarê Mezin a Stenbolê wê demê parlementer bû, gelo ew û Kadîr Topbaş wek hev bûn. Kemal Beg ji bo ku ew Kadîr Topbaş wek hev bin ji parlementeriyê îstifa kir? Gelo di hilbijartinên herêmî yên 30yê adarê de namzedên CHPê, MHPê û BDPê bi reqîbên xwe re wek hev bûn. Wan çima ji Serokatiya Şaredariyê îstifa nekir."
Alîkarê Erdogan, di bersiva Serokê MHPê Dewlet Bahçelî de jî ku gotibû, "Rûhê Hîtler ketiye canê Serokwezîr" wiha got: "Em dizanin ku pirtûka Hîtler bi salan di destê Bahçelî û yên wek wî de bû. Birêz Bahçelî kesên ku wek wî nafikirin wek cudaxwaz binav dike. Heke îro Serokwezîr Receb Tayîb Erdogan û partiya wî ya ku Bahçelî wan wek cudaxwaz dibîne nebûna, li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyê dê têketa destê kadroyên PKKê."
Rudaw
