• Saturday, 14 February 2026
logo

Karnavala Serxwebûna Kurdistanê birêve ye

Karnavala Serxwebûna Kurdistanê birêve ye
Hejmarek nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi daxwiyaniyekê komîteyek bo Karnavala Serxwebûna Kurdistanê ragehandin û daxwaz ji hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê kirin ku piştîvaniyê bikin.

Di daxwiyaniya Komîteya Amadekar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘’Komîteyek ji her pênc parêzgehên Başûrê Kurdistanê amadekariya karnavala milyon kesî dikin bo piştîvaniya serxwebûna Kurdistanê, ev komîteya han bi piştîvaniya hemû çîn û tebeqeyên gelê me vê pêngava han diavêje, erkê we yê niştimanperweran jî ew e ku piştgiriyê lê bikin û di dema maqûl de li tevahiya Kurdistanê birijin ser cadeyan û dengê serxwebûnê bilind bikin.’‘

Daxwiyaniya Komîteya Amadekar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê wiha bi dawî dibe: ‘’Yekdengiya navxweyî dibe sedema bihêzkirina dengê serxwebûnxwazî ya Kurdan û welatê nû yê Kurdistanê di nexşeya nû de.’‘

Hêjayê gotinê ye berî niha jî qala serxwebûna Kurdistanê dihat kirin, lê piştî kontrolkirina bajarê Mûsil û Tikrîtê ji aliyê çekdarên DAİŞ’ê ve, herwiha têkçûna rewşa ewlekariyê li İraqê meseleya serxwebûnê bûye mijara serekî ya ragehandina navxwe û cîhanê jî, rojane çendîn babet li ser tên belav kirin.

Basnews
Top