• Saturday, 14 February 2026
logo

Îran Dixwaze Malikî Biguhere

Îran Dixwaze Malikî Biguhere
Associated Press belav kir, ku Îran piştevanekî mezinê Nurî Malikî ye, belê niha dixwaze kesekî din li şûna Malikî bike serokê wezîrên Iraqê.

Li angora reporta han, serkirdeyên Şî`e yên Iraqê rexneyê li siyaseta Malikî digirin û dixwazin Malikî nebe serokê wezîrên Iraqê.

Associated Press li ser zarê çend serkirdeyên Şî`e belavkiriye, ku serokê supayê Qudis ê Îranê Qasim Silêmanî di serdana xwe de ya ji bo Iraqê, kombûn bi çend siyasetvanên Şî`e re sazkiriye û lîstek amadekiriye ku navê çend kesan ji bo postê serokê wezîrên Iraqê tê de ye û bi xwe re biriye Îranê.

Top