Tikrît: Çekdarên radîkal 160 dîl kuştin
Piştî ku çekdarên radîkal çendîn navçeyên parêzgeha Selahedîn bê şer û pevçûn kontrol kirin, wan çekdaran hejmarek ji hevwelatiyan dîl girtin û piştî çend rojan ew kesên hatin dîlkirin ji aliyê çekdarên DAÎŞ’ê ve hatin kuştin.
Ji aliyeke din ve çavkaniyekê ji ewlekariya Bexdayê ragehand ku çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) nêzîkê bajarê Bexda bûne, herwiha rewşa bajêr gelekî aloz û xirabe û hevwelatiyên bajêr malên xwe bicîh dihêlin û direvin.
Basnews
