Berîtanya rola hêzên ewlekariya Kurdistanê bilind dinirxîne
Piştî serdana xwe ya duh, Pêncşemê, li Bexdayê, William Hague îro berî nîvro gihişte Herêma Kurdistanê û li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê wezîrê Samanên Siruştî Aştî Hewramî û Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwazîkirin.
Hague li bajarokê Pîrmamê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û piştî civînê kongreyeke rojnamevaniyê li dar xistin.
Wezîrê derve yê Berîtanya gotûbêjên xwe ligel Barzanî derbarê krîza ku niha li Iraqê peyda bûye wek “berhmhêner” bi nav kir û rola hêzên ewlekariya Kurdistanê bilind nirxand û got “Hêzên ewlekariya Kurdistanê roleke wan a gelek girîng hebû û qurbanî jî dane, lewra em destxweşiyê li wan dikin”.
Derbarê krîza niha ya Iraqê de, William Hague got ku divê hikûmetek berfeh li Iraqê bê avakirin bi awayekî ku hemû alî tê de cih bigrin û her kest hest bike ku hevbeşiyeke rasteqîne navbera Şîa, Sune û Kurdan de heye.
Hague herwiha bang li hemû aliyên Iraqê kir ku roja 1ê tîrmehê di yekemîn civîna Parlamentoya Iraqê de beşdar bibin.
Wezîrê derve yê Berîtanya bal kişand ku têkiliyên dêrîn û bihêz di navbera Berîtanya û Herêma Kurdistanê de hene û got “Em dostê Herêma Kurdistan û Iraqê ne”.
Derbarê rewşa penaberan de, William Hague spasiya Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya koçberên Iraqê û penaberên Rojavayê Kurdistanê kiriye û got ku Berîtanya alîkarî pêşkêşî penaberan kiriye û amade ye alîkariyên din jî pêşkêş bike.
Wezîrê derve yê Berîtanya tekîd kir ku mafê ti welatekî nîne bêje divê kî bibe serokwezîrê Iraqê û tekîd kir ku ti destêwerdaneke leşkerî li Iraqê nakin.
Rudaw
