Berhem Salih dibe Serokkomarê Îraqê
Li gor rêkeftina aliyên siyasî yên İraqê, di rûniştina yekem a Parlamentoya İraqê de Usame Nuceyfî wek serok tê hilbijartin û piştre Dr. Berhem Salih wek Serokkomar û ew jî dê Adil Ebdulmehdî ji bo pêkanîna hikûmetê diyar bike.
Li gor zanyariyên İbc News, cepheya Miwatin, Ehrar, Mutehîdun û Hevpeymaniya Kurdistanî li ser wan xalan rêkeftine û di çend rojên dahatû de postên din eşkere dibin. Lê heta niha bi fermî tiştek nehatiye ragehandin.
Basnews
