• Saturday, 14 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Berîtanya tê Hewlêrê

Wezîrê derve yê Berîtanya tê Hewlêrê
Wezîrê derve yê Berîtanya William Hague wê sibê înê serdana Herêma Kurdistanê bike û ligel rayedarên Kurdistanê bicive.


Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, wezîrê derve yê Berîtanya wê sibê serdana Hewlêrê bike û ligel rayedarên Herêma Kurdistanê rewşa niha ya Iraqê gotûbêj bike.


Serdana Hague piştî 3 rojan ji serdana wezîrê derve yê Ameîrka John Kerry tê ku roja sêşemê li Hewlêrê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serkirdeyên din ên Kurd civiya.


Duh jî hat aşkerekirin ku Barzanî şandeke rêkiriye Washingtonê ji bo ku peyama dawî ya Kurdan bigihîne rayedarên Amerîkayê.

Rudaw
Top