John Kerry: Min tiştên xweş li Hewlêrê bihîst
John Kerry, ku duh li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Organîzatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa, Aîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih û hinek rayedarên din ên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anî, li ser naveroka hevdîtina xwe bi rayedarên kurd re ji televîzyona CNN re axivî.
Kerry, diyar kir ku wî li Hewlêrê tiştên wisa bihîştiye ku nîşan didin hîn jî şansê avakirina hikûmetek nû li Iraqê heye.
Wezîrê Derve yê Amerîka, di hevpeyîna xwe ya digel CNNê de ku hîn nehatiye pexşkirin, li ser avakirina hikûmeteke aktîf li Bexdayê têkez kir û got, divê hikûmetek jêhatî û yekgirtî were avakirin da ku xeletiyên salên borî neyên dubarekirin çimkî eger em jibilî vê yekê tiştekî din bikin emê rastî astengiyan werin.
John Kerry, her wiha ew îdiayên ku dibêjin “Amerîka di wê baweriyê de ye kirîza Iraqê bi rêbazên leşkerî tê çareserkirin” red kir û got, kirîz bi çend operasyonên serbazî nayê çareserkirin ji ber ku arîşe tenê bi rêbazên leşkerî nayên çareserkirin.
Rudaw
