Sekreterê PSDKê ligel 500 pêşmergeyên xwe çû Kerkûkê
Mihemed Hacî Mehmûd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Îro rojeke dîrokî ye ji bo Kurdan û artêşa Iraqê li wan navçeyan şikest û derket ku nikare li wan navçeyan bimîne”.
Mehmûd herwiha got “Niha pêşmerge li wan navçeyane ku bi salane xewina wan didît, lewra divê îro em hemû bibin pêşmerge ji bo prastina navçeyên Kurdistanê”.
Pêşmergeyên PSDKê ji 500 pêşmergeyan pêkt tên û îro 24/6/2014 saet 8ê sibehê ji gundê Qedefer ê navçeya Şarezûrê ber bi Kerkûkê ve birêketin.
Rudaw
