John Kerry serdana Herêma Kurdistanê dike
Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry di serdaneke ranegihandî de gihişt paytexta Iraqê, Bexdayê.
Di çarçoveya serdana xwe bo navçeyê, îro, Duşemê, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry gihiş Bexdayê û birayre ligel her yek ji serokweîzêr kar bi rêkir Nûrî Malikî, Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşiyar Zêbarî, Serokê Parlamentya Iraqê Usame Nûcêfî û serkirdeyê Şîe Emmar Hekîm bicive.
Ev serdana Kerry di demekê de tê ku Iraq di rewşek aloz de derbas dibe, pişî ku çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest danîn li ser Mûsil û Tikrîtê herwiha niha hewil dide ber bi Bexadyê ve biçe.
Rudaw
