• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Şirnexê gerîlayên PKKê 7 kes desteser kirin

Li Şirnexê gerîlayên PKKê 7 kes desteser kirin
Li devera Qilabanê ya Şirnaxê li Bakûrê Kurdistanê, 7 kesên ku di daristanê de dar dibirrîn ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatin desteserkirin.

Li gorî DÎHAyê, li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê, 7 gundî ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatin girtin.

Li gorî nûçeyê, ew kesên han ji ber ku dar birrîne hatine girtin.

Hat gotin, gerîlayên PKKê beriya niha hişyarî dabûn wan kesan ku daran nebirrin.

Hat zanîn ku hêzên artêşa Tirkiyê ji bi ku wan kesan ji nav destê gerîlayan der derbixe, dest bi operasyonê kirine.

Rudaw
Top